Tom Barrack bo Ebdî: Em bizavên we bo hevgirtinê li bin serkirdetiya Ehmed Şera bilind dinirxînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê radigihîne ku, ew bizavên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo pêkvegirêdan û têklikirina wan hêzan bi artêşa fermî ya Sûriyeyê re bilind dinirxînin. Herwesa dixwazin ku, danûstandinên di navbera her du aliyan de ji bo paşerojeke çêtir berdewam bin.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack îro (Sêşem, 29ê Tîrmeha 2025ê) peyamek ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re şand û tê de ragihand, "Em serkirdetiya we û bizavên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo yekgirtinê li bin serkirdetiya Ehmed Şera bilind dinirxînin.”
Tom Barrack amaje jî da, “Pêkvegirêdan û têkilkirina HSDê bi artêşa fermî re bingeha aramiya li Sûriyeyê di bin drûşma "Yek artêş, yek hikûmet, yek dewlet"ê de ye.
Navbirî herwesa got ku, ew diyaloga avaker a di navbera Şam û HSDê de ji bo xurtkirina pêşketin û yekîtiya Sûriyeyê bilind dinirxînin û dixwazin ku ew diyalog û danûstandin ji bo paşerojeke tena berdewam bin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Sêşem, 29ê Tîrmeha 2025ê) di çavpêkeftineke rojnamevanî de got, "Em bi Hikûmeta Sûriyeyê re di têkiliyeke berdewam de ne." Tekez jî kir, “HSD bi Hikûmeta Sûriyeyê re ye ku bi hev re artêşekê çê bikin.”
Mezlûm Ebdî red jî kir ku, Tirkiyeyê di danûstandinên di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de çi rolek hebe. Herwesa got, “Erebistana Siûdî dikare di vî warî de roleke mezin bilîze, wekî ku di rakirina cezayên li ser Sûriyeyê de roleke girîng lîst.”
Navbirî hevdîtina xwe ya bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re wekî hevdîtineke baş wesifand û red kir ku, çi pêşniyarek ji bo wergirtina postê Serokatiya Sûriyeyê bi wî hatibe dan.
Fermandarê Hêzên Giştî yên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekez jî kir, “Hêzên Kurdî bi HSDê re yekrêz û yekdeng in.” Amaje jî da ku, wan çi piştrastiyek nîne ku HSDê bê garantiyeke destûrî têkilî artêşa Sûriyeyê bikin.
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li roja 10ê Adarê peymanek ji bo hevgirtina dezgehên sivîl û leşkerî yên bakur-rojhilatê Sûriyeyê bi Hikûmeta Sûriyeyê re îmze kir, wekî deriyên sînorî, balafirxane û zeviyên petrol û gazê.
Herwesa ew peyman yekparçeyîya axa Sûriyeyê tekez dike û parvekirina wê jî red dike. Ji dema îmzakirina wê ve gelek rûniştin ji bo danûstandinan hatine lidarxistin lê heta niha çi pêşkeftinek di vî warî de çê nebûye.