Bi zêdekirina parkan, Hewlêr rûbirûyî guherîna keşûhewayê dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca başkirina jîngehê û geşkirina bedewiya bajarvaniyê, li Hewlêrê pêngavên berfireh ji bo zêdekirina qadên kesk tên avêtin. Li gorî amarên fermî, di salên dawî de rêjeya sewzayiyê bi awayekî berçav zêde bûye û armanc ew e ku di pêşerojê de bigihîje standardên cîhanî.
Xebatên ji bo keskîkirina bajarê Hewlêrê berdewam in û girîngîdayîna bi jîngeh û sewzayiyê yek ji planên sereke yên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Di vê çarçoveyê de, di çend salên borî de karên girîng hatine kirin û ev hewl berdewam in.
Rêveberê Endezyariya Parkan a Hewlêrê Rêbîn Ehmed ji K24ê re ragihand: "Hejmara niştecihan, otomobîlan û muelîdeyan bandoreke rasterast li ser jîngehê dikin. Em li gorî pîvanên rûberê dixebitin û di dema Kabîneya Nehem de me karî rêjeya qadên kesk %2.5 zêde bikin. Niha rêjeya giştî li gorî sinorê şaredariyê nêzîkî %20 e."
Li gorî amarên ku ji aliyê Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê û Rêveberiya Endezyariya Parkan a Hewlêrê ve hatine belavkirin, di heyama şeş salên dawî de, zêdetirî 522 hezar şitil û 370 hezar gul li Hewlêrê hatine çandin, ku bi giştî nêzîkî 900 hezarî ye.
Ji aliyê xwe ve, jîngehparêz pêşketinên di vî warî de bi erênî dinirxînin û tekez dikin ku bandoreke rasterast li ser jîngeh û keşûhewayê dike.
Jîngehparêz Deştî Îsmaîl diyar kir, zêdekirina qadên kesk ji bo paqijiya jîngehê gelekî girîng e û got: "Ev pêngav dê bibe alîkar ku pîsbûna jîngehê kêm bibe, rê li ber bahozên tozê yên ku di salên borî de zêde bûbûn bigire û metirsiya biyabanbûnê ji holê rake. Girîng e hemû welatî û hemû beşên civakê girîngiyê bidin zêdekirina sewzayiyê, bi taybetî li navenda bajarê Hewlêrê."
Her ku diçe bajarê Hewlêrê ji aliyê cografî ve firehtir dibe. Ji ber vê yekê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyên weberhênanê agahdar kiriye ku di dema avakirina projeyên xwe de, divê rêjeyeke diyarkirî ji bo qadên kesk terxan bikin.
Tê pêşbînîkirin ku bi berdewamiya van plan û projeyan, di pêşerojeke nêzîk de rêjeya sewzayiyê li Hewlêrê bigihîje asta %25 heta %30, ku ev yek dê hem ji bo tenduristiya welatiyan û hem jî ji bo bedewiya bajêr bibe pêngaveke dîrokî.