233 malbatên Iraqî ji Kampa Holê vedigerin welatê xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Kampa Holê ragihand, di çarçoveya hevkariya di navbera Rêveberiya Xweser, hikûmeta Iraqê û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de, komeke din a penaberên Iraqî ji kampê hatin derxistin û ber bi welatê xwe ve hatin şandin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Kampê, îro 233 malbatên Iraqî ku ji 812 kesan pêk tên, bi awayekî fermî ji Kampa Holê derketin.
Ev koma 28'emîn a welatiyên Iraqî ye ku bi awayekî organîzekirî ji kampê vedigerin welatê xwe. Hat diyarkirin ku ev malbat dê ji bo demeke demkî li kampa Cedaayê ya li Iraqê werin bicihkirin.
Kampa Holê ya ku li başûrê bajarê Hesekê ye, ne tenê yek ji mezintirîn kampên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ye û weke yek ji kampên herî bi xeter li cîhanê jî tê zanîn.
Li gorî amaram, niha li kampê nêzîkî 13 hezar Iraqî, 15 hezar Sûrî û zêdetirî 6 hezar kesên ji malbatên çekdarên DAIŞ'ê yên biyanî dimînin, ku ev yek metirsiyeke mezin çêdike.
Rêveberiya Xweser gelek caran bang li civaka navdewletî kiriye û ragihandiye, rewşa Kampa Holê barekî giran e û pêwîstî bi çareseriyeke navdewletî heye. Rêveberî bi taybetî daxwaz dike ku welatên biyanî welatiyên xwe, bi taybetî malbatên girêdayî DAIŞ'ê, ji kampê werbigirin û wan li welatê xwe darizînin.