Projeya Ronakiyê: Ji sedî 40 a welatiyên Kurdistanê elektrîka 24 seetî heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Projeya Ronakiyê amajeyê dide zêdebûna hejmara hevparên xwe û dibêje, “Nêzîkî ji 40% ya welatiyên Herêma Kurdistanê elektrîka 24 seetî heye.”
Projeya Ronakiyê îro (Pêncşem, 31ê Tîrmeha 2025ê) ragihand ku, zêdetirî 2 milyon 700 hezar welatiyên Herêma Kurdistanê elektrîka 24 seetî heye.
Projeya Ronakiyê ron jî kir ku, niha ji 40% ya welatiyên Herêma Kurdistanê elektrîka 24 seetî heye.
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê li roja Çarşemê (14ê Gulana 2025ê) bi yekdengî projeya Ronakiyê û bihayê nû yê elektrîkê pejirand. Biha ji bo malan bi awayekî hatine danan ku ber bi zêdebûnê ve ne, ev tê wê wateyê ku çiqas kêmtir elektrîkê bi kar bînin, dê ewqas kêmtir pereyî bidin û welatî bi tevahî berpirsiyarê wê elektrîkê ye ya ku bi kar tîne.
Bihayê elektrîka malan di çarçoveya projeya Ronakiyê de bi awayekî piledar tê kirin ku bi vî rengî ye:
"Têbînî: 64% ya welatiyan dikevin astên yekê û duyê"
Asta 1: Ji 0 kWh heta 400 kWh, biha dê 72 dînar ji bo her kWh be.
Asta 2: Ji 401 kWh heta 800 kWh dê 108 dînar ji bo her kWh be.
Asta 3: Ji 801 kWh heta 1200 kWh, dê biha 175 dînar ji bo her kWh be.
Asta 4: Ji 1201 kWh heta 1600 kWh, dê biha 265 dînar ji bo her kWh be.
Asta 5: Ji 1600 kWh zêdetir dê 350 dînar ji bo her kWh be.
Projeya Ronakiyê dê bihayên elektrîkê ji bo celebên din ên hevparên elektrîkê jî ragihîne, ku dê bi awayê binecih bê pîvan bi vî awayî:
Bazirganî - 185 dînar ji bo her kWh seetê
Çandinî - 60 dînar ji bo her kWh seetê
Pîşesazî - 160 dînar ji bo her kWh seetê
Pîşesaziya Mezin - 125 dînar ji bo her kWh seetê
Miri - 160 ji bo her kWh seetê