Elektrîka hejmareke din a taxên Silêmaniyê bû 24 seetî

Projeya Ronakiyê
Projeya Ronakiyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Giştî ya Elektrîkê ya Silêmaniyê ragihand ku, îro elektrîka 100 taxên din ên bajarê Silêmaniyê di çarçoveya projeya Ronakiyê de bû 24 seetî.

Rêveberiya Giştî ya Elektrîkê ya Silêmaniyê îro (Pêncşem, 31ê Tîrmeha 2025ê) di daxuyaniyekê de ragihand, “Di çarçoveya projeya Ronakiyê de ji bo dabînkirina elektrîka berdewam ji welatiyan re, elektrîka 100 taxên din ên bajarê Silêmaniyê bû 24 seetî, ku ew hemî tax jî dikevin derveyê cadeya bazineyî ya Melik Mehmûdê.”

Rêveberiya navbirî amaje jî da ku, ew 100 tax ji zêdetirî 117 hezar hevparên elektrîkê pêk tên û li ser 125 xetên elektrîkê ne.

Her wê rêveberiyê amaje jî da, “Hejmara giştî ya hevparên elektrîkê li parêzgeha Silêmaniyê dibe 257 hezar hevpar.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Pêncşemê (17ê Cotmeha 2024ê) di serdana xwe ya taxa Şadiyê ya bajarê Hewlêrê de projeya Ronakiyê ragihand.

Armanca projeya Ronakiyê ew e ku, 24 seetan elektrîkê ji welatiyan re peyda bike û jîngeha Herêma Kurdistanê bi vemirandina jeneratorên taybet paqij bike.

Di çarçoveya bicihanîna wê projeyê de, du hezar û 167 jenerator li seranserî Herêma Kurdistanê hatine vemirandin. Li gorî amareke Desteya Parastin û Çarekirina Jîngehê, 30% jîngeh û atmosfera Kurdistanê ji gazên jehrîn hatiye paqijkirin. Herwesa biryar e ku, heta dawiya sala 2026ê elektrîk li seranserî Herêma Kurdistanê bibe 24 seetî.

 
Fly Erbil Advertisment