Ji Demîrtaş Peyama Aştiyê: Bi aştiyê dê rûpeleke nû vebe

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş, ku nêzîkî neh sal in li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, peyameke aştiyê şand û got: "Em li ser aştiyê rijd in û ez hêvî dikim li pêş Tirkiyeyê rûpeleke nû vebe."

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Faruq Gergerlîoglu, serdana Selahettîn Demîrtaş kir. Piştî serdanê, Gergerlîoglu peyama Demîrtaş a ku bi destxeta wî hatibû nivîsandin, li ser hejmara xwe ya tora civakî ya “X” weşand.

"Em ê bi hev re siberojeke ronak ava bikin"

Demîrtaş di peyama xwe de hêviya siberojeke ronak û azad anî ziman û got: "Xebata me ji bo hemû kesan dadperwerî, wekhevî û demokrasî ye û em li ser aştiyê rijdin. Ez hêvî dikim, bi aştiyê li pêş Tirkiyeyê rûpeleke nû vebe û em hemû bi hev re siberojek ronak ava bikin. Bi hêviya rojên tijî bi azadiyê."

Di 4ê Mijdara 2016an de di çarçoveya operasyoneke siyasî de, hevserokên wê demê yên HDPê Selahettîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag tevî 10 parlamenterên din hatibûn girtin. Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) gelek caran biryara berdana Demîrtaş da jî, ew û Yuksekdag hêj di girtîgehê de ne.

 
 
Fly Erbil Advertisment