11 sal piştî Fermanê: Laleş hêvî û rûmetê vedigerîne, lê birîn hîn vekirî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Di salvegera 11emîn a fermana reş a 3ê Tebaxa 2014an de ku ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve li ser civaka Êzidî li Şingalê hatibû rakirin, Êzidî di navbera du rastiyên dijber de dijîn: şahiya vegera keç û jinên rizgarbûyî û birîna kûr a jenosîdê ku hîn sax nebûye. Perestgeha Laleşê bûye sembola pêşwazîkirin û vegerandina rûmetê, lê Şingal û xelkê wê hîn jî li benda dadwerî û avadaniyê ne.
Deriyê Laleşê ji rizgarbûyan re vekirî ye
Çend hefte piştî jenosîda sala 2014an, Mîrê Êzidiyan Baba Şêx û Civata Ruhanî biryareke dîrokî dan. Li gorî vê biryarê, her keçek an jineke Êzidî ku ji destê DAIŞê rizgar bibe, dê bi hemû rûmetê di nava civakê de were pêşwazîkirin û qebûlkirin.
Îro, ev biryar bi awayekî pîroz li Perestgeha Laleşê tê bicihanîn. Her rizgarbûyek bi merasîmeke taybet tê pêşwazîkirin, bi ava pîroz a Kaniya Spî tê "morkirin" (pîrozkirin) û bi rûmet vedigere nav malbat û civaka xwe.
Riham Hecî, keçeke rizgarbûyî, hestên xwe wiha tîne ziman: "Wê demê di destê DAIŞê de, ji min re digotin, 'Dema tu vegerî, Êzidî dê te bikujin, ew te qebûl nakin'. Lê niha ku ez rizgar bûme, her tişt berevajî gotinên wan e. Di nava civaka xwe de gelek rêz li min tê girtin û ez îro li Laleşê pir kêfxweş im."
Birînên kûr û banga li Bexdayê
Li gel vê hêviyê, rastiya tal a jenosîdê xwe ferz dike. Viyan Dexîl, parlamentera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê, amarên trajîk ên fermanê bi bîr xist:
Hejmara Revandiyan: 6,417 kes.
Hejmara windeyîyan: 2,827 kes hîn jî çarenivîsa wan ne diyar e.
Koçber: Zêdetirî 280 hezar Êzidî hîn jî di kampan de dijîn.
Wêranî: Bi hezaran mal hilweşiyane û 68 perestgeh û cihên pîroz ji aliyê DAIŞê ve hatine rûxandin.
Gorên Bikomî: Heta niha 83 gorên komî hatine dîtin û gelek ji wan hîn nehatine vekirin.
Sêwî: 2,745 zarok sêwî mane.
Viyan Dexîl dibêje: "Jenosîd bidawî nebûye. Şingal hîn jî bêdeng dixwîne. Binesazî, xizmetguzarî, perwerde û tenduristî tê de tune ye." Herwiha bang li hikûmeta Iraqê kir ku "berpirsiyariya xwe ya exlaqî û destûrî li hemberî doza Şingalê û Êzidiyan bi cih bîne," lê destnîşan kir ku ev bang heta niha bêbersiv mane.
Piştgiriya Navneteweyî
Di vê çarçoveyê de, Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) jî bi boneya 11emîn salvegera komkujiya Êzidiyan di daxuyaniyekê de tekez kir, ew "li kêleka Êzidiyan disekinin, da ku vegera wan a bi ewle misoger bikin û piştgiriya wan dikin ji bo ji nû ve avakirina jiyan û civaka xwe."