Dîndar Şerîf: Navenda çerm li Kurdistanê dikare hemî nexweşiyan çare bike

Dîndar Şerîf
Dîndar Şerîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Navenda Perwerdehiyê ya Hewlêrê ya Nexweşiyên Çerm Dr. Dîndar Şerîf îro (Duşem, 04ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Ev navenda hikûmetê girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Hemî nexweşiyên çerm li vê navendê tên çarekirin, çi testên ezmûngehî bin çi jî yên klînîkî.

Rêveberê Navenda Perwerdehiyê ya Hewlêrê ya Nexweşiyên Çerm got, "Şarezayên ku li vê derê dixebitin, ji bilî ku pileya wan şêwirmendî ye, ustadên Zanîngeha Bijîşkî ya Hewlêrê jî ne. Ew jî ji bo çarexwazan derfetek mezin e ku ji bo çarekirinê tên vê derê ji ber ku li vê derê çareseriya taybet ji bo nexweşan tê kirin.”

Dr. Dîndar Şerîf amaje jî da, “Bi gelemperî, li vê navenda çarekirinê celebê çarekirinê bi derman, krem, tîrêj û lazerê ku ew pişk ji nû hatiye vekirin tê kirin, tevî çarekirina neştergeriyê bi awayekî nûjen.”

Navbirî herwesa ragihand, "Çarekirina neştergeriyê ji bo qonaxên destpêkê yên nexweşên penceşêra çerm e. Roja Pêncşemê ji bo van rewşan hatiye terxankirin, bi vî awayî jî li Iraqê yekane navend e ku dikare van nexweşan di qonaxên cuda cuda de çare bike."

 
 
 
Fly Erbil Advertisment