Pêşverû: Rêya çareseriyê ne zordestî, lê dewleteke nenavendî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (Pêşverû) di daxuyaniyekê de rêveberiya demkî ya nû ya li Şamê bi "dubarekirina zordestiyê bi şêweyekî nû" tometbar kir û kiryarên wê yên li Siweydayê ku bûne sedema komkujiyan, bi tundî şermezar kirin. Partiya Pêşverû herwiha banga yekrêziya tevgera siyasî ya Kurd kir û şanda hevbeş a Kurd wek nûnera rewa ya danûstandinan binav kir.
Polîtburoya Partiya Pêşverû îro Duşemê 4ê Tebaxa 2025an, daxuyaniyek belav kir û tê de rewşa Sûriyeyê piştî zêdetirî heşt mehan ji hilweşîna rejîma Esed nirxand.
"Hikûmeta demkî hêviyên gel pûç kirin"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, piştî 13 salan ji şer û aloziyan, gelê Sûriyeyê bi hêviyeke mezin pêşwazî li serdemeke nû ya azadî û dadperweriyê kiribû, lê "rêveberiya demkî ew hêvî zû pûç kirin." Herwiha bi awayekî tund rexne li pêngavên hikûmeta nû girt û ragihand, Kongreya Niştimanî bi dûrxistina pêkhateyên din û derxistina daxuyaniyeke destûrî ya yekalî, rê li ber "yekdestiya desthilatê" vedike.
Şermezarkirina komkujiyên li Siweydayê
Partiya Pêşverû bi taybetî bal kişand ser operasyona leşkerî ya li dijî Siweydayê û ew wek "komkujî li dijî sivîlên bêparastin" binav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev kiryar "perçebûna di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de li ser bingehên taîfî û civakî kûrtir dike."
Partiyê ragihand, ew van kiryaran "bi tundî şermezar dike" û banga diyalog û "lidarxistina kongreyeke niştimanî ya berfireh û bê dûrxistin" dike da ku nexşerêyek ber bi "dewleteke demokratîk, piralî û nenavendî" ve were danîn.
Banga yekrêziya Kurdî û danûstandinan
Di warê siyaseta Kurdî de, Partiya Pêşverû helwesta xwe bi zelalî destnîşan kir û tekezî li ser encamên Konferansa Yekrêziya Helwesta Kurdî kir. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em şanda hevbeş a danûstandinkar a Kurdî wek nûner û berpirsê yekane yê rewa ji bo danûstandinên bi Şamê re dibînin, da ku mafên gelê Kurd di destûrê de werin misogerkirin."
Di dawiyê de, Pêşverû banga "dîtina mekanîzmayeke hevrêziyê ya bibandor di navbera şanda Rêveberiya Xweser û şanda danûstandinkar a Kurdî de" kir.