Li Kirmana Îranê erdhejek bi hêza 5.4 pileyan rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Erdhejek bi hêza 5.4 pile li gorî pîvana Rîxterê li navçeya Zehklut a ser bi parêzgeha Kirmanê ya li başûrê rojhilatê Îranê qewimî. Li gor agahiyên destpêkê ti ziyaneke canî çênebûye.
Navenda Erdejnasiyê ya ser bi Enstîtuya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê ve îro 5ê Tebaxê ragihand, erdhej saet di 08:36'an de bi dema herêmî, di kûrahiya 28 kîlometreyan de di binê erdê de pêk hatiye.
Rayedarên herêmî diyar kirin, xelkê herêmê bi erdhejê hesiyane û ev yek bûye sedema tirs û xofê. Herwiha hate ragihandin ku tîmên hawarçûnê ji bo tespîtkirina ziyanên gengaz ên li avahiyên niştecihbûnê, dest bi nirxandina meydanî kirine.
Heta niha ti agahî derbarê ziyanên canî de nehatiye belavkirin.
Îran li ser xetên mezin ên erdhejê ye û salane hejmareke mezin a erdhejan tê de çêdibin, ku hinek ji wan bûne sedema karesatên mezin ên mirovî.