Îsraîl: Armanca me ya sereke nehêlana Hamasê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ji nû ve destpêkirina alîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê, rayedarên Îsraîlê tekez kirin ku armanca wan a sereke di şerê Xezzeyê de nehêlana Hamasê ye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro (Sêşem, 5ê Tebaxa 2025ê) tekez kir, “Ji bo ku em piştrast bibin ku êdî Xezze li ser welatê me nabe gef û hemî rehîne dê bên azadkirin, divê em Hamasê nehêlin.”
Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê Israel Katz jî got, "Şkestina Hamasê li Xezzeyê û afirandina şert û mercan ji bo vegerandina rehîneyan armanca me ya sereke di şerê Xezzeyê de ye. Ji bo vê yekê jî, em dê hemî bizavan bikin."
Weşana Îsraîlê duhî (Duşem, 4ê Tebaxa 2025ê) ragihand, “Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu biryar daye ku, operasyonên xwe yên leşkerî li dijî Hamasê berfireh bike, û heta ku tevahiya Xezzeyê dagir neke, şerê li dijî Tevgera Hemasê rawestîne.”