Kursiyên ku ÎYÎ Partiyê red kiribûn, ji bo DEM Partî, CHP û AK Partiyê çûn

Navenda Nûçeyan (K24) –Li Parlamentoya Tirkiyeyê, pêşniyara Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya ji bo dagirtina sê kursiyên vala yên di "Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" de hat qebûlkirin. Li gorî lihevkirinê, dê ji AK Partî, CHP û DEM Partiyê her yek endamek nû li komîsyonê zêde bibe.

Piştî ku Îyî Partiyê beşdarbûna di komîsyonê de red kir û sê kursiyên ku ji bo wê hatibûn veqetandin vala man, Cîgira Serokê Giştî ya DEM Partiyê û Koordînatora Komîsyonê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît pêşniyarnameyek pêşkêşî komîsyonê kir.

Koçyîgît di pêşniyara xwe de xwast, sê kursiyên vala ji nû ve di navbera partiyan de bên dabeşkirin. Hate ragihandin ku ev pêşniyar ji aliyê AK Partî, CHP, MHP, Partiya Yenî Yolê û partiyên din ên di komîsyonê de cih digirin ve hatiye qebûlkirin.

Li ser vê bingehê, hate lihevkirin ku DEM Partî, CHP û AK Partî her yek endamekî nû ji bo van kursiyên vala diyar bikin.

Tê payîn ku ev pêşniyar di civîna komîsyonê ya roja 8ê Tebaxê de bi awayekî fermî bibe biryar. Piştî wê, partî dê navên endamên xwe yên nû eşkere bikin.

Bi vê guhertinê re, hejmara endamên DEM Partiyê di komîsyonê de ji 4an derdikeve 5an, hejmara endamên CHPê ji 10an derdikeve 11an û hejmara endamên AK Partiyê jî ji 21an derdikeve 22an.

 
Fly Erbil Advertisment