Dem Partî: Divê girtiyên siyasî bên berdan

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) amaje da ku, ew bi damezrandina Komîsyona Parlementoyê gihîştine qonaxeke pir girîng li ser pêvajoya aştiyê. Herwesa xwest ku, xebata ku ji hêla komîsyonê ve tê meşandin avaker be.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Ayşegul Dogan îro (Pêncşemê, 7ê Tebaxa 2025ê) ragihand, "Girîng e ku pirsgirêk ji kokê ve bên çareserkirin û ev komîsyon bi tena serê xwe nikare pirsgirêkan çareser bike, lewma hikûmet ji bo bidestxistina aştî, azadî û demokrasiyê bêtir bixebite."
Ayşegul Dogan herwesa behsa wê yekê jî kir ku, Tirkiye hewceyê demokrasî û biratiya wekhev e û girîng e ku komîsyon ne tenê alozî û şerên çend salan biqedîne, lê pirsgirêkên ku bûne sedema sehildana wan aloziyan jî divê bên çareserkirin.
Berdevka Dem Partiyê amaje jî da, "Divê damezrandina komîsyonê wekî pêvajoyeke guhertinê bê hesibandin û em daxwazê ji komîsyonê dikin ku, ji bo berdana girtiyên nexweş, xasma jî girtiyên siyasî yên ku cezayên xwe temam kirine, bixebite."
Ev di demekê de ye ku, biryar e Komîsyona Pêvajoya ya Parlamentoya Tirkiyeyê Aştiyê ku wekî ‘'Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekrêziya Neteweyî' sibe (În, 8ê Tebaxa 2025ê) civîna xwe ya duyê li dar bixe.