Almanyayê biryar da şandina çekan bo Îsraîlê bê rawestandin

Friedrich Merz
Friedrich Merz

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz îro (În, 8ê Tebaxa 2025ê) ragihand ku, Almanya dê şandina çek û alavên leşkerî ji bo Îsraîlê rawestîne ku mimkin e di şerê Xezzeyê de bi kar bîne. Ev jî wekî bersivek li ser plana Îsraîlê ji bo dagirkirina Xezzeyê.

Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz got, "Fêmkirina ka plana artêşa Îsraîlê çawa dikare bibe alîkar ji bo bidestxistina armancên bilind her ku diçe dijwartir dibe". Amaje jî da, "Di bin van şert û mercan de, Hikûmeta Almanyayê dê rêyê nede ku ti çek û alavên leşkerî neyên şandin ku li Xezzeyê bên bikaranîn."

Nivîsîngeha Serokwezîrê Îsraîlê serê sibeha îro (În, 8ê Tebaxa 2025ê) ragihand, “Tevî dijatîkririna serkirdetiya leşkerî, Encûmena Ewlekariyê ya Israîlê pêşniyara Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo dagirkirina tevahiya Xezzeyê pejirand.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duhî (Pêncşem, 7ê Tebaxa 2025ê) di çavpêketineke taybet de bi tora Fox Newsê ya Amerîkayî re israra xwe ji bo dagirkirina Xezzeyê tekez kir û got, “Piştî dagirkirinê, em dê birêvebirina wê bispêrin hêzên Ereb.”

Piştî vê biryara Encûmena Ewlekariyê ya Îsraîlê, malbatên wan rehîneyên ku hîn jî di destê Hamasê de ne ditirsin ku kurên wan di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de bên kuştin, ji ber vê yekê ew li dijî biryara Encûmena Ewlekariyê ya Îsraîlê derketin ser cadeyan û daxwaza hilweşandina wê biryarê dikin.

Berpirsên berê yên Encûmena Ewlekariyê ya Îsraîlê Amajeyê didin ku, ew li dijî biryara Encûmena Ewlekariyê ne, ji ber ku wê planê dê feydeke leşkerî ya kêm hebe û dê zêdetir zirarê bide rehîneyan.

 
Fly Erbil Advertisment