Konferansa "Yekîtiya Pêkhateyan" li bakurê Sûriyeyê daxwaza sîstema nenavendî dike

Konferansa "Yekîtiya Pêkhateyan" li bakurê Sûriyeyê
Konferansa "Yekîtiya Pêkhateyan" li bakurê Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, "Konferansa Yekîtiya Pêkhateyan" hat lidarxistin. Di encamnameya konferansê de, banga avakirina Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk hat kirin, ku tê de mafên hemî pêkhateyan bi destûreke nû bêne misogerkirin.

Tevlîbûyîyên Konferansa Yekîtiya Pêkhateyan îro (În, 8ê Tebaxa 2025ê) li bajarê Hesekê tekez kir ku, pirrengiya neteweyî, olî û çandî li rojavayê Kurdistanê nûnerîtiya "çavkaniya hêz û dewlemendiyê ye, ne gef e." Wan daxwaza sererastkirina destûra heyî kir, ku ew bawer dikin "xewnên Sûriyeyiyan ji bo azadî û rûmetê pêk nayîne."

Di encamnameya wê konferansê de amaje hatiye kirin ku, pêkhateyên navxwe yên Sûriyeyê “bi dehan salan di bin rejîmên navendî de, xasma jî di bin rejîma Esed de, hatine paşguhkirin û derxistin”. Amaje jî daye ku, "Ew kiryarên li dijî şêniyên peravê, Suweydayê û Xiristiyanan diqewimin tawanên li dijî mirovahiyê ne û pêdivîtî bi lêkolîna bêalî heye."

Tevlîbûyîyên wê konferansê pabendbûna xwe ya bi peymana Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Konferansa Yekîtiya Kurdan tekez kir, wekî gavekê ber bi yekdengiya neteweyî ya berfireh.

Ew konferans bi tevlîbûna serokên eşîretên ereb, nûnerên Rêveberiya Xweser û kesatiyên olî hat lidarxistin, wekî Serokê Encûmena Bilind a Îslamî ya Elewiyan li Sûriyeyê û Derveyî Sûriyeyê Xezal Xezal, ku daxwaza "dewleteke sivîl, sekular, piralî û nenavendî" kir, bi liberçavwergirtina sîstemeke nenavendî ku wekî "yekane çareserî ji bo paşerojeke pirî ewlehî û dadperwerî" dihesibîne.

Di dawiya wê encamnameyê de hatiye, ew belgenameya ku ji wê konferansê derketiye "îradeyeke azad û hişmendiyeke hevpar a bikom ji bo avakirina Sûriyeyeke yekgirtî, demokratîk û nenavendî, ku dewleta qanûnê serdest e û rûmeta mirovahiyê tê de parastî ye" diyar dike.