Riyad Dirar: Armanca Konferansa Hesekê yekrêziya pêkhateyan û Sûriyeyeke nenavendî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Dirar, derbarê "Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Sûriyeyê" de axivî û ragihand, ev konferans di demek hestiyar de ji bo paşeroja Sûriyeyê gaveke gelekî girîng e. Dirar tekez kir, armanca sereke yekrêziya hemû pêkhateyan û avakirina Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk e.
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, duh 8ê Tebaxê "Konferansa Yekîtiya Pêkhateyan" hat lidarxistin. Di encamnameya konferansê de, banga avakirina Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk hat kirin, ku tê de mafên hemî pêkhateyan bi destûreke nû bêne misogerkirin.
Riyad Dirar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya dem û naveroka konferansê û got: "Bi rastî ev konferans di vê dema hestiyar a ku Sûriye tê de derbas dibe de, gelekî girîng e. Yekrêziya pêkhateyên Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e."
Dirar da zanîn, konferansê hemû alî li xwe girtiye û wiha berdewam kir: "Peywendî li gel hemû pêkhateyên Sûriyeyê hat danîn. Wek mînak, serokê ruhanî yê Durziyan Şêx Hîkmet Hicrî û nûnerê pêkhateya Elewiyan Xezal Xezal jî bi rêya vîdyoyê beşdar bûn. Ev nîşan dide ku divê hemû pêkhate di rêveberiya Sûriyeyê de xwedî rol bin û nabe ku bi zîhniyeta 'piraniyê' desthilat bê birêvebirin."
"Em Sûriyeyeke nenavendî dixwazin"
Endamê Desteya Serokatiya MSDê daxwaza sîstemeke nenavendî ji bo Sûriyeyê dubare kir û got: "Divê karekî baş ji bo vê yekê bê kirin. Hemû pêkhateyên Sûriyeyê girîng in û pêwîst e beşdariyeke wan a çalak di proseya siyasî û dariştina Sûriyeya nû de hebe. Em Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk dixwazin."
"Hinek alî dixwazin ewlehiya herêmê têk bidin"
Riyad Dirar amaje bi hewldanên ji bo têkdana aramiyê jî kir û rexne li medyaya fermî ya Sûriyeyê girt: "Medyaya Sûriyeyê roleke neyînî dilîze û rêzê li mafên pêkhateyên din nagire. Hinek alî ji bo têkdana ewlehiya herêma me tên handan. Bi navê eşîrên Ereb hewl didin fitneyê derxînin, lê ev ne nûnerên rastîn ên eşîran in û girêdayî desthilatê ne. Ev konferans peyamek bû ji wan aliyan re ku herêma me aram e û pêkhateyên me yekrêz û yekhelwest in."
Di dawiyê de, Riyad Dirar tekez kir ku çareserî divê diyalogeke rasteqîn be ku mafên hemû aliyan di çarçoveya destûreke nû de misoger bike û got, ew amade ne ji bo danûstandinê lê ew ê dest ji rêveberî û destkeftiyên xwe bernedin.