Konsulê Amerîkayê rola Serok Barzanî di asayîkirina rewşa Iraq û Kurdistanê de bilind nirxand

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê berê yê Amerîkayê li Hewlêrê spasî û rêzên xwe ji bo wê dema ku li Herêma Kurdistanê xebitî anîn ziman, amaje da piştgiriya Serok Barzanî û dezgehên hikûmetê ji bo birêvebirina karên wan û herwesa tekez li ser têkiliyên xurt ên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de jî kir.

Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 10ê Tebaxa 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Konsula nû ya Amerîkayê li Hewlêrê Gwendolyn Green û Konsulê berê yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bitner kir.

Baregayê Barzanî parve kiriye, “Di wê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bo Konsula nû û Konsulê berê yên Amerîkayê di erkên wan ên nû de serkeftin xwest û spasiya Konsulê berê yê Amerîkayê kir, ku roleke berçav di pêşvebirina têkiliyên Amerîka û Kurdistanê û karkirina hevpar û reformên di Wezareta Pêşmerge de hebû.”

Her li gorî Baregayê Barzanî, Serok Barzanî behsa helwest û piştgiriyên Amerîkayê yên piştî serhildana 1991ê, hilweşîna rejîma berê ya Iraqê û şerê li dijî terorîstên DAIŞê kir û helwest û piştgiriyên Amerîkayê bilind nirxandin.

Her di wê hevdîtinê de, Konsulê berê yê Amerîkayê li Hewlêrê spasî û rêzên xwe ji bo wê dema ku li Herêma Kurdistanê xebitîbû anîn ziman, amaje da piştgiriya Serok Barzanî û dezgehên hikûmetê ji bo birêvebirina karên wan û tekez li ser têkiliyên xurt ên di navbera Amerîkayê û Herêma Kurdistanê de kir.

Konsulê berê yê Amerîkayê li Hewlêrê bal kişand ser rewşa heyî û hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herwesa rola Serok Barzanî di asayîkirina rewşan de li Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Konsula nû ya Amerîkayê jî behsa rola Serok Barzanî kir û ew wekî roleke efsaneyî wesifand û tekez li ser têkiliyên xurt, berdewam û dualî yên di navbera Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê û Herêma Kurdistanê de kir.

Guhertin û qebxwaziyên herî dawiyê yên deverê, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û rewşa Sûriyeyê jî mijarên wê hevdîtinê bûn.

 
Fly Erbil Advertisment