Projeyeke din a bêhempa li Zaxoyê tê bicîhanîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bicîhanîna projeyên geştiyariyê berdewam e, niha jî li Zaxoyê bicîhanîna projeya nafûreya herî mezin li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê daye destpêkirin.
Gojimê wê projeyê 13 milyar dînar e û dê li ser çar donimên erdî li navenda sûka Zaxoyê û li ber çemê Xabûr bê çêkirin. Zêdebarî vê yekê jî, parkeke timbêlan jî dê li bin erdê wê bê çêkirin.
Serpereşta wê projeyê Zehra Selîm got, "Ev nafûre dê li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê ya herî mezin be, bilindbûna ava wê digehe 40 metran. Herwesa ew şaşeyên di wê de tên bikaranîn pir nû û modern in,".
Dema wê projeyê salek e û jêrxaneya aborî û sektora geştiyariyê li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê dê bêtir pêş ve diçe.
Rêveberê Giştî yê Geştiyariyê li Zaxoyê Çiya Emîn amaje jî da, "Nafûreya Zaxoyê dê bandoreke erênî li ser hatina zêdetir geştiyaran hebe, ji ber ku ew nafûreya yekê ye ku li Iraq û Herêma Kurdistanê bi vî rengî tê çêkirin.”
Projeya nafûreya Zaxoyê berdewamiya xebata her du qonaxên kornîş, sûka kevin û Keleha Zaxoyê ya şûnwarî ye.
Ev nafûre projeyeke din a stratejîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo Zaxoyê û dê bibe mezintirîn nafûre li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê, ji ber ku bi qasî 40 metran av bi awayê lazerê û bi muzîk û ronahiyê bilind dibe.