AK Partî, CHP û DEM Partiyê kursiyên komisyonê yên vala dagirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku ÎYÎ Partiyê beşdarbûna di komîsyona aştiyê de red kir û endamên xwe diyar nekirin, AK Partî, CHP û DEM Partî li şûna sê kursiyên wê yên vala, her yekê endamekî nû destnîşan kir.

Bi biryara Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş, Komîsyona proseya aşitî ji 51 endaman hate pêkanîn. Lê Îyî Partî, dijî pêkanîna komîsyonê derket û nûnerên xwe diyar nekirin. 

Li ser vê yekê, bi biryareke hevpar a komîsyonê, hate diyarkirin ku sê kursiyên vala yên ÎYÎ Partiyê li ser AK Partî, CHP û DEM Partiyê bên belavkirin. Li gorî vê yekê, partiyan ev nav ji bo endamtiyê diyar kirin:

DEM Partî: Parlamenterê Stenbolê Celal Firat

CHP: Parlamenterê Enqerê Umûd Akdogan

AK Partî: Parlamenterê Denîzliyê Cahît Ozkan

Bi van endamên nû re, "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" hejmara endamên xwe temam kir û gihand 51 kesan. Tê payîn ku komîsyon roja Sêşemê bi beşdariya hemû endamên xwe civîneke din lidar bixe û dest bi karên xwe bike.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment