Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên petrol û avê serdana Iraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed Beşîr sibe 12ê Tebaxê, bi serdaneke fermî diçe Bexdayê. Di rojeva serdanê de du mijarên stratejîk hene: veguhestina petrola Iraqê bi rêya Sûriyeyê û çareserkirina kêmbûna ava Çemê Firatê.

Kardarê Karûbarên Iraqê li Şamê Yasîn Şerîf Hecîmî ragihand, serdana Wezîr Beşîr li ser vexwendineke fermî ya Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî pêk tê. Hecîmî diyar kir, armanca sereke ya gotûbêjan ew e ku rê li ber veguhestina petrola Iraqê ji bendera Banyas a Sûriyeyê ber bi Deryaya Sipî ve were vekirin.

Li gorî Hecîmî, Wezîrê Sûrî dê bi berpirsên payebilind ên Iraqê re bicive û li ser awayên jinûveavakirina boriya petrolê ya ku ji Kerkûkê heta Banyasê diçe, gotûbêjan bikin. Ev proje dê rê bide ku petrola xam a Iraqê bigihêje parzûngehên Hims û Banyasê, yan jî rasterast ji bo bazara cîhanî were hinardekirin.

Ji bilî dosyaya petrolê, mijara avê jî dê bibe xaleke sereke ya hevdîtinan. Yasîn Şerîf Hecîmî da zanîn, Mihemed Beşîr dê bi Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Ewn Diyab re jî bicive. 

Di hevdîtinê de, dê li ser kêmbûna avê û daketina asta herikîna ava Çemê Firatê were sekinandin, ku ji 500 metre sêcar di çirkeyekê de daketiye nêzî 300 metre sêcar. Tê payîn ku her du alî li ser plan û rêkeftineke hevbeş ji bo birêvebirina vê krîzê gotûbêj bikin. 

Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê roja 9'ê Tebaxê ji kanala "Exbariye" ya Sûrî re ragihandibû, demjimêrên dayîna elektirîkê li seranserê welêt rojê gihîştiye 8 heta 10 saetan, ku ev zêdebûneke ku bi dehên salan li Sûriyeyê nehatibû dîtin. 

 
Fly Erbil Advertisment