Rêveberiya Xweser: Em ji bo hikûmeteke veguhêz û pêkanîna biryara 2254 amade ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê pêşwazî li daxuyaniya serokatiyê ya Encûmena Asayişa Navdewletî kir û amadebûna xwe ya temam ji bo beşdarbûna di pêvajoya çareseriya siyasî de ragihand.

Rêveberiya Xweser duh 12ê Tebaxê di daxuyaniyekê de, pêşwazî li daxuyaniya Encûmena Asayişê ya di 10ê Tebaxê de kir, ku tê de binpêkirinên li dijî sivîlên li Siweydayê hatibûn şermezarkirin û banga parastina wan û gihandina alîkariyên mirovî hatibû kirin.

Rêveberiya Xweser hevgirtina xwe ligel hemû herêmên Sûriyeyê yên ku rastî binpêkirinan hatine nîşan da û amadebûna xwe ji bo "beşdarbûna di her hewldaneke navneteweyî yan ya NY de, ku armanca wê parastina sivîlan û misogerkirina lêpirsîneke dadwerî be" diyar kir.

"Dûrkirina me dê çareseriyê têk bibe"

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku pabendbûna bi biryara Encûmena Asayişê ya (2254) çarçoveya sereke ye, ji bo pêkanîna veguhêzeke siyasî ya rasteqîn li Sûriyeyê. 

Herwiha hat got, divê hemû hêzên bibandor, di nav de Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), tevlî pêvajoya siyasî bibin û hat hişyarkirin ku "dûrkirina van hêzan dê her çareseriyekê kêm û bi metirsiya têkçûnê re, rû bi rû bihêle."

Rêveberiya Xweser da zanîn ku ew amade ne ji bo van gavan:

- Avakirina desteyeke hikûmeta veguhêz a berfireh û xwedîbawerî.

- Rawestandina hemû operasyon û gefên leşkerî.

- Amadekirina destûreke nû ya lihevhatî.

- Lidarxistina hilbijartinên azad di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de.

Di dawiya daxuyaniyê de, Rêveberiya Xweser tekezî li ser girîngiya rola Neteweyên Yekgirtî kir ji bo birêvebirina diyalogeke niştimanî ya berfireh ku hemû aliyên Sûriyeyê tê de beşdar bibin, bi armanca avakirina "Sûriyeyeke demokratîk, piralî û yekgirtî ku rêzê li mafên hemû welatiyên xwe bigire."

 
Fly Erbil Advertisment