Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê: Me bersiva êrîşeke çekdarî da

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê îro (Pêncşem, 14ê Tebaxa 2025ê) daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û tê de eşkere kir ku, yek ji komên wan li derdora rojhilatê Dêrazorê rastî êrîşeke çekdarî hatiye. Hêzên wan jî bi operasyoneke taybet bersiva wê êrîşê daye, ku bûye sedema kuştina yek ji êrîşkeran û birîndarbûna sê kesên din.
Di tekista wê daxuyaniyê de hatiye, “Çar endamên Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê, ku di erkekê asayî de bûn, li danê êvarê yê roja Çarşemê li dermanxaneyeke bajarê Hewayîcê li rojhilatê Dêrazotrê rûbirûyî êrîşekê bûn, ku ji aliyê komekê ve hat kirin. Dibêjin ku, mimkin e ku ew kom girêdayî rêxistina terorîstî ya DAIŞê be.”
Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê di wê daxuyaniyê de amaje da ku, hêzên wan di bersiva wê êrîşê de operasyoneke berfireh kir û endamekî koma êrîşkar kuşt û sê kesên din jî birîndar kirin. Di wê daxuyaniyê de hatiye, "Em tekez dikin ku, her êrîşeke li dijî endamên me an jî gelê me li deverê bê kirin, em dê bi bersiveke tund û biryardar rû bi rû bibin."
Herwesa ragihandiye ku, ew dê yekser dest bi lêkolîneke bilez û tevgir bikin da ku hûrgiliyên wê bûyerê eşkere bikin û aliyê berpirsiyar ê wê êrîşê destnîşan bikin, herwesa agahiyên têkildarî wê bûyerê diparêzin heta ku lêkolîn bi dawî dibe û rêkarên qanûnî yên pêdivî biqedin.
Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê bi tundî her bizaveka ji bo têkdana ewlehî û tenahiya deverê tê kirin red dike, herwesa pabendbûna xwe ji bo şerê li dijî terorê li her cihekî tekez dike, tevî dijwarkirina operasyonan li dijî hemî kesên ku li ser jiyana gelê wan dibin gef.