Rewangeha Sûriyeyî hejmara qurbaniyên teqînên Îdlibê eşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro hejmareke teqînan li parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê çê bûn û zêdetirî 10 kesan di wan teqînan de hatin kuştin û birîndarkirin, ku hin ji qurbaniyan sivîl in.
Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdirehman îro (Pêncşem, 14ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Di hejmareke teqînan de li parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê, şeş kes hatine kuştin û heşt kesên din jî birîndar bûn û du welatiyên sivîl jî di nav kuştiyan de hene.”
Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan herwesa got, “Di nav kuştî û birîndaran de, 10 çekdarên biyanî hene.” Amaje jî da ku, birîndar jî ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.
Ramî Ebdirehman eşkere jî kir, “Ji ber wan teqînan, dûmaneke reş ew dever vegirtiye û di nav welatiyan de tirseke zêde çê bûye.”
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Hikûmeta Sûriyeyê (SANA) jî îro di eynî demê de ragihand, “Teqîneke bihêz di nav zeviyeke çandiniyê de li parêzgeha Idlibê çê bû, hejmareke mirovan hat kuştin û hejmareke din jî birîndar bû.”
Pêştir jî teqîneke bihêz li roja 27ê meha borî jî li bajarkê Mîret Misrînê yê parêzgeha Idlibê çê bûbû, tê de zêdetirî 70 kesan hatin kuştin û birîndarkirin, ku hejmareke wan welatiyên sivîl bûn.”