Mihemed Welî: Ji bo hilbijartinên giştî, hêviya me li ser serkeftina diyaloga Şam-HSDê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyeyê Mihemed Welî, hêviya xwe anî ziman ku danûstandinên di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) de bigihîjin encamên erênî, da ku hilbijartinên giştî li seranserê axa Sûriyeyê bi awayekî rêkûpêk birêve biçin.

Mihemed Welî di daxuyaniyekê de ji K24ê re tekez kir ku serkeftina van danûstandinan dê bibe sedema "vebûneke siyasî" û rê li ber lihevkirineke di navbera Şamê û HSDê de veke.

Welî bal kişand ser girîngiya pêvajoya hilbijartinê û got: "Divê berî her tiştî were diyarkirin ku dê çawa li van parêzgehan hilbijartin bên kirin. Piştî ku yasaya hilbijartinê derkeve, em ê bi rêya guftûgo û şêwirmendiyê binirxînin, da ku em karibin bi awayekî rêkûpêk li hemû parêzgehên welatê Sûriyeyê, di nav de parêzgehên Hesekê û Reqayê jî, hilbijartinan lidar bixin."

Endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinan destnîşan kir, ew piştgiriyê didin her hewleke ji bo diyalogê û got: "Em hêvîdar in ku ew danûstandinên di navbera hikûmeta Sûrî û nûnerên HSDê de encamên erênî derxînin. Em rê didin danûstandinên ku encamên wan pozîtîf û erênî bin, ji ber ku ew encam dê bikevin xizmeta wê yekê ku hilbijartinek ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê çêbibe."

Hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyeyê (Parlamento)

Di nîvê meha Hezîranê de, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, fermana serokatiyê ya hejmar 66 a sala 2025'an derxistibû, ku tê de avakirina "Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encûmena Gel" di bin serokatiya Mihemed Taha El-Ehmed de hatibû ragihandin.

Li gorî fermanê, Komîteya Bilind bi serpereştiya avakirina desteyên hilbijartinê yên jêrîn hatiye erkdarkirin, ku ev deste dê du sêyeka (2/3) endamên Encûmena Gel hilbijêrin.

Di fermanê de herwiha hatiye diyarkirin ku hejmara endamên Encûmena Gel dê 150 endam be û ev endam li gorî hejmara niştecihan li ser parêzgehan, li ser bingeha du kategoriyan (rûspî û rewşenbîr) û li gorî mercên ku ji aliyê Komîteya Bilind ve tên pejirandin, dê bên dabeşkirin.

Dabeşkirina kursiyan li ser parêzgehan bi vî awayî ye:

  • Heleb: 20 kursî
  • Şam: 11 kursî
  • Gundewarê Şam: 10 kursî
  • Humis: 9 kursî
  • Hema: 8 kursî
  • Idlib: 7 kursî
  • Laziqiye: 6 kursî
  • Dêrezor: 6 kursî
  • Hesekê: 6 kursî
  • Tertûs: 5 kursî
  • Der’a: 4 kursî
  • Reqa: 3 kursî
  • Siweyda: 3 kursî
  • Quneytera: 2 kursî
 
 
 
 
 

 

Fly Erbil Advertisment