Mezintirîn gora bikom a qurbaniyên DAIŞê li Neynawayê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Tîma Vekirina Gorên Bikom li Iraqê ragihand, “Rayedarên Iraqê dest bi vekirina gora bikom a herî mezin li çala Xefseyê li parêzgeha Neynawayê kiriye, ku tê de cenazeyên bi hezaran qurbaniyên DAIŞê hene.”

Serokê Tîma Vekirina Gorên Bikom li Iraqê Ehmed Esedî îro (Yekşem, 17ê Tebaxa 2025ê) taybet ji Ajansa France Pressê re ragihand, “Qonaxa yekê ya vekirina vê gora bikom di 10ê Tebaxa îsal de dest pê kiriye.”

Xefse çalek jeolojîk a kûr e û kûrahiya wê 150 metr e û qutra wê jî 110 metr e, ku bi qasî 20 kîlometran li başûrê Mûsilê ye, yek ji mezintirîn gorên bikom e ku ji hêla DAIŞê ve di dema dagirkirina Mûsilê de di navbera Hezîrana 2014 û Tîrmeha 2017ê de ji bo veşartina cenazeyên qurbaniyan hat bikaranîn.

Esed ron jî kir, “Hejmara rastîn a qurbaniyên di vê gora bikom de heta niha nehatiye zanîn, lê rayedarên wî warî pêştir texmîn kiribû ku hejmara wan di navbera 4 heta 15 hezar qurbaniyan de be.”

Navbirî eşkere jî kir ku, di wê gorê de cenazeyên welatiyên ji hemî netewe û mezheban hene, herwesa di nav de karmendên artêşê û şêniyên Mûsilê jî hene, ku ew hemî ji hêla DAIŞê ve hatine kuştin.

Serokê Tîma Vekirina Gorên Bikom li Iraqê amaje jî da, “Di demeke wekî niha de komkirina hemî hestiyên cenazeyan dijwar e ji ber ku piraniya wan ji ber  ava binerd a sulfurê ve hatine hilweşandin. Vê yekê jî erkê şarezayên dadweriyê jî aloztir kiriye ku nimûneyên DNAyê bigirin da ku qurbaniyan nas bikin.”

Ji bilî wan gorên bikom ên serdema DAIŞê, rayedarên Iraqê berdewam cîhê gorên bikom ên serdema Sedam Hisên jî kifş dikin. Ji sala 2006ê e, rayedarên Iraqê nêzîkî 289 gorên bikom kifş kirine.

 
Fly Erbil Advertisment