Larîcanî: Îran bi hemî hêza xwe danûstandinan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê eşkere kir ku, welatê wî piştî şerê 12 rojî yê bi Îsraîlê re ji bo ji nû ve avakirina hêzên xwe yên leşkerî xebitiye.
Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî di hevpeyvîneke televîzyonî de got ku, hêzên wan ên leşkerî niha gelek di rewşa amadebaşiyê de ne. Herwesa got, "Piştî ku hin tişt di şerê 12 rojî yê bi Îsraîlê re de ji bo me eşkere bûn, em li ser xalên lawaz ên artêşa xwe xebitîne.”
Larîcanî di derheqa danûstandinên li ser projeya atomî de jî got, “Danûstandin taktîkên dîplomatîk in. Dibe ku pir caran erk be jî, lê ya herî girîng ew e ku em bi hemî hêza xwe danûstandinan dikin.”
Navbirî tekez jî kir, “Îran razî nabe ku li ser bingeha hêzê demeke diyarkirî ji bo danûstandinan bê danan.” Amaje da givaştinên welatên rojavayê ku, wesa dikin ku danûstandin bi lez bên kirin.
Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê di derheqa pirsgirêkên Libnanê de jî amaje da, “Tiştê ku li Libnanê diqewime pirseke navxweyî ye, lê em li kêleka gelê Libnanê radiwestin.” Herwesa got, “Her biryarek di destê gelê Libnanê bi xwe de ye.”
Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de li serê sibeha roja Înê (13.06.2025) hat destpêkirina. Îsraîlê bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan bingehên leşkerî li Tehranê û gelek cihên din ên Îranê bombebaran kirin, herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.
Wekî bersiv ji bo êrîşên Îsraîlê, Îranê jî ji bo dema 12 rojan Televîva paytexta Îsraîlê û çend deverên din ên wî welatî bi mûşekên balîstîk bombebaran dikirin.