Li Laziqiyê di Baxçeyê Efserekî Berê yê Rejîmê de Goreke bi Kom Hat Dîtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundewarê parêzgeha Laziqiyê goreke bikomî ku tê de hejmarek term hebûn, hat dîtin. Gor di nav baxçeyê efserekî berê yê rejîma Esed de hatiye eşkerekirin û lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e.
Berpirsê Ewlekariya Navxwe yê parêzgeha Laziqiyê Ebdulezîz Hîlal Ehmed îro 20ê Tebaxê ragihand, gor îro ber destê sibehê li nêzîkî bajarê Ceblê, di nav baxçeyê efserekî berê yê bi pileya emîd de hatiye dîtin.
Ehmed da zanîn, heta niha 9 term ji gorê hatine derxistin û lêkolîn ji bo eşkerekirina hûrgiliyên zêdetir didomin.
Li gorî çavkaniyan, ew dever ji dema hilweşîna rejîma Esed ve di bin kontrola komên ser bi hikûmeta veguhêz de ye. Çavkaniyên ji herêmê dibêjin ku eger heye termên hatine dîtin, ên qurbaniyên "Bûyerên Beravê" bin ku di Adara îsal de rû dabûn.
Heta niha nasnameya terman bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin û li benda encamên lêkolînê tê sekinandin.