Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan Kitêbxaneya Ezîz Gerdî kirî

Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan
Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan

Navenda Nûçeyan (K24) - Xwediyê berê yê Kitêbxaneya Ezîz Gerdî piştrast kir ku, Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnivîs, kitêbxane û arşîva Ezîz Gerdî kiriye.

Birayê Ezîz Gerdî û xwediyê berê yê wê kitêbcxaneyê Hêja Bekir îro (Çarşem, 20ê Tebaxa 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, “Me îro bi fermî kitêbxaneya apê min ê rehmetî da destê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Biryar wesa ye ku, di hundirê Kitêbxaneya Zeytûneyê de holeke taybet bi navê Ezîz Gerdî bê vekirin an jî kitêbxaneya wî her bi navê wî li cihekî taybet bê vekirin.”

Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihand, “Kitêbxane û arşîva mamostayê rehmetî Ezîz Gerdî wekî xezîneyeke dewlemend a çavkanî û sernavên kêmpeyda û dîrokî tê hesibandin. Wê ji bo qada rewşenbîrî û dîrokî ya tevgera çapkirin û parvekirina kitêbên Kurdî nirxek girîng heye.”

Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan duhî (Sêşem, 19ê Tebaxa 2025ê) di daxuyaniyekê de ji bo raya giştî hûrguliyên pêvajoya danûstandin û hevdîtinan bi mîratgirên Dr. Ezîz Gerdî yê rehmetî re eşkere kirin û ragihandibû ku, ew bizavên xwe didomîne da ku mafê xwedîtiya kitêbxane û destnivîsên mamostayê rehmetî di çarçoveyeke qanûnî de bi dest bixe.

Wezareta navbirî amaje jî dabû, “Ji bo wê armancê, wezaretê komîteyek bi serokatiya Wekîlê Wezaretê û endamîtiya Şêwirmendê Wezaretê, Rêveberê Ragihandin û Peywendiyan û Serokê Pişka Qanûnî ya Wezaretê ava kiribû da ku bi mîratgiran re nîqaş bikin.”

Piştî hejmareke civîn û hevdîtinan, dadgehê bi rêya mezadeke eşkere xwedîtiya wê kitêbxaneyê da yek ji mîratgiran, piştî vê yekê jî wezaretê hemî pirtûkxane, arşîv û destnivîsên rehmetî ji wî mîratgirî kirîn.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment