Pareke cadeya Silêmaniyê bi arasteya Kerkûkê sê rojan tê daxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Şaredariya Silêmaniyê radigehîne ku, ji ber karkirina li ser cadeya 100 metreyî, pareke cadeya Silêmaniyê ya ber bi Kerkukê ve dê ji bo dema sê rojan daxistî be.
Serokatiya Şaredariya Silêmaniyê îro (Çarşem, 20ê Tebaxa 2025ê) ragihand, “Di çarçoveya xebatên projeya cadeya 100 metreyî de li xaçerêya Tasloceyê, tîmên Serokatiya Şaredariya Silêmaniyê û şîrketa bicihanînê dê dest bi danîna girêderan ji bo banê pirê bikin.”
Serokatiya Şaredariya Silêmaniyê amaje jî da, “Pareke cadeya Silêmaniyê ya ber bi Kerkukê ve dê ji bo dema sê rojan bê daxistin, ku ji roja Înê (22ê Tebaxa 2025ê) dest pê dike. Ji ber vê yekê jî, em ji şofêrên xweşevî dixwazin ku li gorî nexşeya diyarkirî rêyên pêguherk bi kar bînin. Bi vî awayî:
1. Arasteya Silêmanî-Tasloce-Kerkûkê li şûna Silêmanî-Kerkukê.
2. Arasteya Kerkûk-Silêmaniyê dê bikeve ser rêya arasteya Silêmanî-Kerkûkê.”
