DEM Partî: Divê Komîsyon li Ocalan guhdarî bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, di daxuyaniyeke çapemeniyê de nerazîbûneke tund nîşanî astengkirina axaftina bi Kurdî ya di komîsyona meclisê de da û bang kir, ji bo çareseriyeke mayînde, divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û li wî guhdarî bike.

Ayşegul Dogan îro 21ê Tebaxê li navenda giştî ya partiya xwe geşedanên di rojevê de nirxand û diyar kir ku ew xebatên xwe yên ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi biryardariyeke mezin didomînin.

"Astengkirina Zimanê Kurdî dilê me dişkîne"

Dogan bal kişand ser civîna dawî ya komîsyonê û da zanîn, Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş nehiştiye Dayika Aştiyê Nezahat Teke bi Kurdî biaxive. Dogan got, "Endamên me yên di komîsyonê de pêşniyar kirin ku ew dikarin wergerê bikin, lê nehat qebûlkirin. Ev helwest nayê qebûlkirin."

Dogan hestên Nezahat Teke yên di komîsyonê de wiha anî ziman: "Nezahat Tekeyê got; ‘Em di sedsala 21’emîn de ne, lê hêj ez nikarim xwe bi Kurdî bînim ziman. Bi rastî jî ez êşiyam û dilê min şikest.’ Vaye yek ji mijarên sereke yên ku divê bên çareserkirin ev e."

Kampanyaya Nû: "Ez Aştiyê Dixwazim Ji Ber Ku..."

Berdevka DEM Partiyê ragihand ku ew ê di 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê de, bi dirûşma "Deng bide aştiyê" li seranserê welêt çalakiyan li dar bixin. Dogan got, "Em ê bi derdorên cuda yên civakî re bicivin û kampanyayeke nû ya bi navê ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku...’ bidin destpêkirin."

"Ji bo aştiyê divê Komîsyon li Ocalan guhdarî bike"

Herwiha Ayşegul Dogan bi awayekî aşkere bal kişand ser rola Abdullah Ocalan di pêvajoya çareseriyê de û banga herî girîng kir:

"Birêz Ocalan, kir ku ev pêvajo bilez bibe. Ji bo bidawîkirina pevçûnan û gihiştina aştiyeke mayînde, divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike. Em behsa çareseriya pirsgirêkeke 100 salan dikin û ji bo vê pêwîstî bi gavên wêrek heye. Divê ev ne tenê daxwaza DEM Partiyê be."

 
 
Fly Erbil Advertisment