Hoşyar Zêbarî: Daxwaza Iraqê bo bidawîkirina erkê UNAMI û Hevpeymanan siyasî ye

Hoşyar Zêbarî
Hoşyar Zêbarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Desteya Rêveber a Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) amajeyê dide ku, daxwaza Hikûmeta Iraqê û Wezareta Derve ji bo bidawîkirina erkê UNAMI û Hevpeymanan li Iraqê di dawiya vê salê de daxwazeke siyasî ye.

Endamê Desteya Rêveber a Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî îro (Pêncşem, 21ê Tebaxa 2025ê) li ser tora civakî Xê peyamek li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê û Wezareta Derve ji bo bidawîkirina erkê UNAMI û Hevpeymanan li Iraqê di dawiya vê salê parve kir.

Hoşyar Zêbarî di peyama xwe de nivîsiye, “Daxwaza hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî û Wezareta Derve ya Iraqê ya bidawîkirina erkê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî (UNAMI) û Hevpeymaniya Navneteweyî li Iraqê di dawiya vê salê de û bidawîkirina erkên wan li Herêma Kurdistanê di dawiya sala 2026ê de daxwazeke siyasî ye û dê parêzbendiya navneteweyî ji ser Iraqê û sîstema wê ya siyasî ya niha rake, xasma jî di rewşekê de ku Iraq bi eşkereyî rûbirûyî gefan bûye.”

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Hisên Elawî li roja Yekşem (17ê Tebaxa 2025ê) ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re ragihand, "Hikûmeta Iraqê pabendî karnameya xwe ya hikûmetî ye, bi rêya avakirina hêzên çekdar, bidawîanîna erkên Hevpeymaniya Navneteweyî û veguheztina têkiliyên ewlehiyê pê re ji bo têkiliyeke parastinê ya dualî ya aram, ku li jêr ronahiya têkiliyên siyasî, aborî û rewşenbîrî tê meşandin.”

Elawî herwesa got, "Iraqê bi welatên Hevpeymaniya Navneteweyî re li hev kir ku, erkê Hevpeymaniyê li gorî bernameyeke diyarkirî di salên 2025 û 2026an de temam bike. Ev peyman jî dê erkê Hevpeymaniya Navneteweyî li bingeha wê şandeyê li Bexdayê û bingeha Eyn Esedê di Îlona îsal de bi dawî bike, û dê qonaxa nû ya alîkariyên ewlehiyê di warê şêwirmendiyê û avakirina şiyanên hêzên ewlehiyê yên Iraqê de dest pê bike.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment