Medyaya YNKê: Lahûr Şêx Cengî û birayê wî Polad hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya YNKê ragihand, “Lahûr Şêx Cengî û birayê wî Polad Şêx Cengî berî demeke kêm ji aliyê hêzên YNKê ve hatin girtin.”
Belavkirina nûçeya girtina Lahûr Şêx Cengî û birayê wî Poladî ji aliyê medyaya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ve di demekê de ye ku, pêştir belav kiribû ku hejmareke Çekdarên girêdayî Lahûr Şêx Cengî li hotela Lalezarê xwe daye destê hêzên YNKê. Lê şerê di navbera wan her du hêzan de li wê hotêlê berdewam bû û li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, heta berî demeke kêm jî dengê çekan dihat bihîstin.
Medyaya YNKê dîmenê dema veguhastina Lahûr Şêx Cengî û birayê wî Poladî ji hotela Lalezarê bo cihekî din belav kir, lê nayê zanîn ka ew ji bo ku hatine veguhastin, gelo ew dê bibin Debaşanê an zindanê, ji ber ku ji aliyê Dadgeha Silêmaniyê ve fermana girtina wan hatiye derxistin.
Medyaya YNKê herwesa belav kiriye, “Jin û zarokên Lahûr Şêx Cengî ewle ne û ji bo cihekî ewle hatine veguhastin, lê bêyî ku cihê wan bê eşkerekirin.”
Li gorî agahiyên ku ji aliyê medyaya YNKê ve hatine eşkerekirin, du endamên hêzên YNKê hatine kuştin û 15 endamên din ên hêzan jî birîndar bûne.