Medyaya YNKê: Lalezar hat kontrolkirin

Silêmanî
Silêmanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya YNKê belav kiriye ku, Hotela Lalezarê hat kontrolkirin û gulebaran li Silêmaniyê bi dawî hat.

Medyaya YNKê serê sibeha îro (În, 22ê Tebaxa 2025ê) ragihand ku, Hotela Lalezarê hat kontrolkirin û gulebaran li Silêmaniyê bi dawî hat.

Medyaya YNKê herwesa belav kiriye ku, Lahûr Şêx Cengî û birayê wî Polad hatine girtin û gubelbarankirina Hotela Lalezarê bidawî hat, ew jî piştî ku hejmareke Çekdarên girêdayî Lahûr Şêx Cengî li Hotela Lalezarê xwe da destê hêzên YNKê.

Rewşa Silêmaniyê ji seet 8:00 ê şevêdî (Pêncşem, 21ê Tebaxa 2025ê) ve bi belavkirina hêzên YNKê aloz e û piştî destpêkirina êrîşa li ser bingeha sereke ya Lahûr Şêx Cengî, tirseke zêde di nav şêniyên Silêmaniyê de û xasma jî di nav şêniyên taxa Serçinarê de belav bû û ji ber şer û pevçûnan gelek kes li nêzîkî Lalezarê di malên xwe de asê mane û nikarin birevin.

Heta niha çi zanyarek li ser qurbaniyên şerê di navbera van her du hêzan de nehatiye dayîn, lê cadeyên Silêmaniyê vala bûne û cadeyên Serçinarê jî tijî xalên kontrolê û hêzên YNKê bûne.

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment