Sûriye û Îsraîl bi çavdêriya Waşintonê nêzîkî peymana ewlehiyê dibin

Navenda Nûçeyan (K24) - Sûriye û Îsraîl li demeke nêzîk peymaneke ewlehiyê bi çavdêriya Amerîkayê îmze dikin. Li gorî çavkaniyan, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera dê berî îmzekirina wê peymanê di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di Civîna Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de li New Yorkê gotarekê pêşkêş bike.
Çavkaniyên payebilind ên Sûriyeyê ji rojnameya Independent Arabicê re ragihandiye ku, Sûriye û Îsraîl dê li roja 25ê Îlonê peymaneke ewlehiyê bi çavdêriya Amerîkayê îmze bikin. Li gorî wan çavkaniyan, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera dê berî îmzekirina wê peymanê di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di Civîna Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de li New Yorkê gotarekê pêşkêş bike.
Çavkaniyan tekez kiriye ku, ew peyman di vê qonaxê de ji bo aştiyê tevalî nîne, tenê aliyê ewlehiyê vedigire, bi armanca kêmkirina aloziyên di navbera her du welatan de. Eşkere jî kiriye ku, Sûriye û Îsraîlê li ser nêzîkî 80% ya xalan li hev kiriye û danûstandinên ewlehiyê li Baku û Parîsê berdewam dikin.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê (SANA) jî parve kiriye, “Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî bi şandeyeke Îsraîlê re civiyaye.” Li gorî wê ajansê, "kêmkirina tundûtûjiyê, destwernedan di karûbarên navxweyî yên Sûriyeyê de, û gihîştina lihevkirinekê ku bibe sedema aramiyê li deverê" di wê civînê de hatin nîqaşkirin.
Ajansa SANAyê amaje jî daye ku, her di wê civînê de behsa aktîvkirina Peymana Veqetandina Hêzan li sala 1974ê jî hat kirin, ku devereke parastî di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî de li Bilindahiyên Colanê ava kir.
Ev pêşketin di demekê de ne ku, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera di gotarekê de ragihandibû, "Şerê yekkirina welat divê bi xwînrijandin û hêza leşkerî neyê kirin." wî herwesa hemî rengên parçebûnê jî red kirin.
Ehmed Şera Îsraîl bi destwerdana di başûrê Sûriyeyê de tometbar kir û got, "Hin alî bizavê dikin ku ji hêzeke mezin a deverê hêzê bistînin, vêca Îsraîl be an ew nebe. Ev pir dijwar e û nayê bicihanîn." Ew jî amajeyek bû ji bo daxwazên hin Dirûzên Suweydayê ji bo destwerdana Îsraîlê.