Xezze.. Zêdetirî nîv milyon mirovan di rewşeke karesatbar de dijîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû raportekê, Dezgeha Çavdêriya Birçîbûnê ya Navneteweyî ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve tê piştgirîkirin bi Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor re îro (În, 22ê Tebaxa 2025ê) li beranberî Encûmena Ewlehiyê ji bo cara yekê ji destpêka şerê Îsraîl û Xezzeyê ve bi rengekê fermî rewşa birçîbûnê li Xezzeyê ragihand.
Ev ragihandin li ser bingeha Sîstema Vavartina Qonaxa Yekgirtî ya Ewlekariya Xwarinê (IPC) ye, ku mekanîzmeke pejirandî ya navneteweyî ye. Ev tenê cara pêncê ye di dîroka damezrandina vê sîstemê de ji sala 2004ê ve rewşa birçîbûnê tê ragihandin.
Ew ragihand piştrast dike ku, her sê pîverên sereke yên birçîbûnê hatine bicîhanîn; kêmbûna xwarinê, herî kêm 20% ya malbatan bi kêmbûna xwarinê ya giran re rû bi rû ne. Xwarina xirab, herî kêm 30% ya zarokan ji ber xwarina gelek xirab dinalin. Rêjeya mirinê, her roj ji her 10 hezar kesan du kes ji ber birçîbûnê dimirin.
Li gorî zanyaran, zêdetirî nîv milyon mirovan li bakurê Xezzeyê (Bajarê Xezzeyê û derdora wê) di rewşeke ‘karesatbar de dijîn, ku bi birçîbûn, bêparbûn û mirinê’ tê nasîn. Herwesa tê pêşbînîkirin ku, birçîbûn heta dawiya meha Îlonê bigihîje parêzgehên Dêr El-Bela û Xan Yûnisê jî.
Nivîsîngeha Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî hişyarî daye ku, ev metirsî gefan li tevahiya şêniyên Xezzeyê dike. Sedem jî ji bo berdewamiya sînordarkirina gihandina alîkariyan ji aliyê Îsraîlê ve, zêdebûna êrîşên leşkerî û awarebûna hejmareke mezin ji Filistîniyan vedigerin.
Zêdetirî yek milyon û 700 hezar mirovan li Xezzeyê (zêdetirî nîva şêniyên wê) niha bi astên "tengav" ên bêewlehiya xwarinê re rû bi rû bûne, û nêzîkî milyonek û 35 hezar kesan jî pêdivî penagehên bilez in.
Rojnameya Yedioth Ahronothê ya Îsraîlî amaje daye ku, ev ragihandin dikare derî li ber givaştinên navneteweyî yên nû li ser Îsraîlê veke.
Balyozê Îsraîlê li Neteweyên Yekgirtî Danny Danon jî rêxistinên navneteweyî bi "guhertina pîverên xwe ji bo xizmetkirina vegêrana Hamasê" tawanbar kir.