Hêzeke YNKê çûye ser bingeha kanala televîzyona Lahûr Şêx Cengî

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê li Silêmaniyê îro (În, 22ê Tebaxa 2025ê) got ku, berî demeke kêm hêzeke mezin li projeya xwecihbûnê ya bajarê Derwazeyê çûye ser bingeha kanala televîzyona Zoomê, ku girêdayî Lahûr Şêx Cengî ye.
Li gorî zanyaran, bingeha wê kanalê hatiye valakirin û ti karmend tê de nemane lê wê hêzê deriyê bingeha wê kanalê şikandiye û çûye di nav bingeha wê de.
Piştî çend seetan ji şer û pevçûnên di navbera hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hêzên Lahûr Şêx Cengî de, li Hotela Lalezarê û piştî kontrolkirina wê hotelê û girtina Lahûr Şêx Cengî û her du birayên wî Polad û Aras û Fermandarê Hêza Dûpişkê Rêbwar Hamid Hacî Xalî, niha hêzeke YNKê çûye ser bingeha wê kanala televîzyonê.
Şer û pevçûnên di navbera hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hêzên Lahûr Şêx Cengî de şevêdî hatine destpêkirin û her zû Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani ragihand, “Ev alozî û pevçûnên li Silêmaniyê diqewimin ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê dikin armanc.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêdivî jî dît ku, hemî alî xwe rabigirin û tavilê wan pevçûnan rawestînin û ciwanên vî welatî nekin qurbanî. Tekez jî kir ku, divê hemî pirsgirêk û nakokî bi rêyên qanûnî bên çareserkirin.