Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ji aliyan dixwaze ku li ser xwe bin

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Dîplomatîk ê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê li Iraqê ragihand, “Em rewşa Silêmaniyê ji nêz ve dişopînin.” Herwesa ji aliyan xwest ku, li ser xwe bin.

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê îro (În, 22ê Tebaxa 2025ê) li ser tora xwe civakî ya Xê parve kiriye ku, ew rewşa Silêmaniyê ji nêz ve dişopînin û li dijî her tundûtîjiyekê ne ku li ser silametiya giştî bibe sedema gefan.

Herwesa helwesta Nûnerê Dîplomatîk ê Amerîkayê nîşan dide ku, ew bi cidî hemî aliyan teşwîq dikin ku li ser xwe bin.

Şer û pevçûnên di navbera hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hêzên Lahûr Şêx Cengî de şevêdî hatine destpêkirin û her zû Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani jî ragihand, “Ev alozî û pevçûnên li Silêmaniyê diqewimin ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê dikin armanc.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêdivî jî dît ku, hemî alî xwe rabigirin û tavilê wan pevçûnan rawestînin û ciwanên vî welatî nekin qurbanî. Tekez jî kir ku, divê hemî pirsgirêk û nakokî bi rêyên qanûnî bên çareserkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî her îro di peyamekê de li ser rewşa Silêmaniyê tekez li ser serweriya qanûnê û parastina ewlehî û aramiya wî bajarî û parastina ser û malên welatiyan kir.

 
Fly Erbil Advertisment