Elektrîka 80% ya taxên Silêmaniyê bûye 24 seetî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Rêveberiya Elektrîkê ya Silêmaniyê got, “Pêvajoya dabînkirina elektrîka 24 seetî di çarçoveya projeya Ronakiyê de ji bo tevahiya navenda Silêmaniyê berdewam e û heta niha elektrîka 80% ya taxên Silêmaniyê bûye 24 seetî.” Herwesa got, “Piştî temambûna navenda bajarî, projeya Ronakiyê dê li qeza û nahiyeyan jî bê bicîhanîn.”
Berdevkê Rêveberiya Elektrîkê ya Silêmaniyê Sîrwan Mihemed îro (Yekşem, 24ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Elektrîka 24 seetî bi demeke kêm gihîştiye zêdetirî 200 taxên nav bajarê Silêmaniyê, yanî projeya Ronakiyê gihîştiye 80% ya navenda bajarî, herwesa bicîhanîna wê projeyê berdewam e û berî dawiya vê salê, elektrîka 20% ya taxên mayî jî dê bibe 24 seetî.”
Li gorî amarên herî dawiyê yên Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, zêdetirî 2 milyon û 722 hezar û 500 welatiyan, ku ev jî nêzîkî 40% ya şêniyên Herêma Kurdistanê ye, di çarçoveya projeya Ronakiyê de ji elektrîka 24 seetî feyde wergirtiye, ku nêzî 976 hezar û 500 ji wan jî şêniyên navenda Silêmaniyê ne.
Her di vê çarçoveyê de û piştî gihandina elektrîka 24 seetî, zêdetirî 518 jeneratoran li navenda Silêmaniyê hatine vemirandin, ku di pîskirina bayî de ji hêla berdana karbondîoksîtê ve wekhevî 90 hezar timbêlan bûn.
Piştî temamkirina navenda Silêmaniyê, biryar e projeya Ronakiyê li qeza û nahiyeyan jî bê bicîhanîn, da ku elektrîka 24 seetî ji hemî malbatan re bê peydakirin.
Rêveberê Elektrîkê yê Çemçemalê Erdelan Mihemed li ser vê yekê ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, “Em li bendê ne ku projeya Ronakiyê di demeke kurt de bigihîje navenda Çemçemalê û elektrîka 24 seetî ji hemî welatiyan re bê peydakirin.”
Projeya Ronakiyê projeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku armanca wê dabînkirina elektrîka 24 seetî ye. Welatî dê ji elektrîka berdewam feydeyî werbigirin û dê her mehê yek fatûre hebe, ku mîqdara wê dê li gorî bikaranînê bê destnîşankirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Pêncşemê (17ê Cotmeha 2024ê) di serdana xwe ya taxa Şadiyê ya bajarê Hewlêrê de projeya Ronakiyê ragihand.
Armanca projeya Ronakiyê ew e ku, 24 seetan elektrîkê ji welatiyan re peyda bike û jîngeha Herêma Kurdistanê bi vemirandina jeneratorên taybet paqij bike.