Siyasetmedarên ji Berava Sûriyeyê damezrandina saziyeke siyasî ji bo daxwaza federalîzmê radigihînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedar û rewşenbîrên herêma Berava Sûriyeyê, damezrandina saziyeke siyasî ji bo daxwaza federalîzmê radigihînin.
Siyasetmedar, çalakvan û rojnamevanên ji herêma Beravê ya Sûriyeyê roja 27'ê Tebaxa 2025'an, damezrandina "Encûmena Siyasî ya Sûriyeya Navîn û Rojava" ragihandin. Ev saziya nû, weke çarçoveyeke siyasî nûnertiya parêzgehên Tartûs û Lazqiyê û beşên ji parêzgehên Hums û Hema dike. Armanca sereke ya vê encûmenê, avakirina sîstemeke federal a demokratîk li Sûriyeyê ye.
Di daxuyaniya damezrandina encûmenê de hat gotin: "Federalîzm li Sûriyeya Navîn û Rojava dê ji me re çareserkirina pirsgirêkên cuda misoger bike û dê çareseriyeke dawî ji nakokiyên bi wateya xwe ya berfireh re peyda bike, ku dewleta navendî her dem di dîtina çareseriyê de têk çûye. Ji ber vê yekê, em pêwîstiya damezrandina sîstemeke federal dibînin."
Nêrîna Siyasî ya Encûmenê
Meclîsê di daxuyaniya xwe de nêrîna xwe ya siyasî bi rêya komek prensîban rave kir, ku yên herî girîng ev in:
- Pêkanîna Biryara 2254: Tevlî qonaxên demkî yên 18 mehan ji bo damezrandina saziyeke rêveberiya veguhêz, nivîsandina destûreke nû û lidarxistina hilbijartinan.
- Sîstema Federal: Şêwaza herî baş a rêveberiyê ji bo Sûriyeya laîk û demokratîk, şêwaza yekîtiya federal e.
- Redkirina Hikûmeta Niha: Redkirina hikûmeta yek-reng a niha ku bingeha wê olî û dûrxistinê ye. Herwiha, tekezî li ser derketina komên terorîst ji Sûriyeyê tê kirin.
- Herêma Medenî û Laîk: Herêma wan medenî, laîk, ji aliyê etnîk, kêmnetewe, mezheb, netewe û şareza ve dewlemend e, li ser welatîbûn û edaletê hatiye damezrandin û xwe dispêre hiqûqa navneteweyî.
Daxwazên Bingehîn ên Encûmenê
Encûmenê rêzek tedbîrên siyasî û hiqûqî xwestin, ku ev in:
- Şandina Sûcên Jînosîdê ji Encûmena Asayîşê re: Şandina sûcên jenosîd, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ji Encûmena Asayîşê re.
- Rastî, Berpirsyarî, Telafî û Reforma Saziyî: Daxwaza eşkerekirina rastiyan, berpirsiyarî, telafîkirina zirarê û reforma saziyan.
- Azadkirina Girtiyan: Azadkirina girtiyên bi darê zorê yên sivîl û leşkerî û kesên revandî.
- Lêkolîna Çarenivîsa Windayan: Avakirina saziyeke ji bo lêkolîna çarenivîsa kesên winda û cezakirina kesên tê de cih girtine.
- Vegera Xebatkarên Ji Kar Hatin Dûrxistin û Wekheviya Mûçeyan: Vegerandina kesên ji kar hatine dûrxistin û wekheviya di mûçeyan de di nav yek kategoriyê de.