Mesrûr Barzanî: Helebce parêzgeha yekê ye ku elektrîka 24 seetî heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Nêzîkî çar milyon welatiyan û 115 hezar cihên bazirganî li seranserî Herêma Kurdistanê niha elektrîka 24 seetî ya projeya Ronakiyê heye.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 28ê Tebaxa 2025ê) ragihand, “Nêzîkî çar milyon welatiyan û 115 hezar cihên bazirganî li seranserî Herêma Kurdistanê niha elektrîka 24 seetî ya projeya Ronakiyê heye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Ez bi kêfxweşî radigihînim ku, Helebceya xweşevî parêzgeha yekê ye ku bi temamî elektrîka wê bûye 24 seetî û li Kurdistanê pîroz be.”