Li Pênciwînê agir: 2 kes birîndar bûn û hezar donim zevî şewitîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Agirekî mezin ku sedema wê hîn nediyar e, li qezaya Pênciwînê derket û heta niha nêzîkî hezar donim zevî, mêrg û daristan şewitîne û du kes jî birîndar bûne. Tîmên Parastina Sivîl û Polîsên Daristan û Jîngehê yên Pênciwînê hewl didin agir kontrol bikin.
Qaymeqamê Pênciwînê Hêmin Îbrahîm şeva borî 29'ê Tebaxê ji K24ê re diyar kir, agir ji roja Pêncşemê ve li Pênciwînê derketiye û heta niha hezar donim zevî, mêrg û daristan bûne xwelî.
H erwiha anî ziman, di encama şewatê de du welatî bi navê Bestûn Ebdullah û Alan Yûsif, birîndar bûne û ji bo nexweşxaneyên Silêmaniyê hatine şandin. Tenduristiya Bestûn Ebdullah ne cîgir e.
Hêmin Îbrahîm da zanîn, tîmên Parastina Sivîl û Polîsên Daristan û Jîngehê yên Pêncwênê bi berdewamî hewl didin agir vemirînin û kontrol bikin. Ligel van tîman, rêxistina Melekewe ya Jîngehê û gelek welatî jî wek dilxwaz beşdarî xebatên vemirandina agir dibin.
Qaymeqamê Pêncwênê destnîşan kir, agir hîn nehatiye kontrolkirin û ji ber hebûna gelek mayîn û teqemeniyên şerê Iraq-Îranê li herêmê, kontrolkirina agir zehmet bûye.
Herwiha got, ji ber bûyera ketina helîkopterê li Silêmaniyê, daxwaza tîmên alîkariyê yên zêde ji bo kontrolkirina agir nehatiye kirin.
Qezaya Pêncwênê dikeve rojhilatê parêzgeha Silêmaniyê û yek ji qezayên girîng û bazirganî yên Herêma Kurdistanê ye. Ev qeza li ser sînorê Iraq û Îranê ye û ji sê navçe û 188 gundan pêk tê. Hejmara rûniştvanên wê nêzîkî 100 hezar kes e.
Ev di demekê de ye ku şeva 17ê Tebaxê jî, agirek li gundên Çinar û Mordînê yên ser bi Helebceyê derketibû. Di encamê de ciwanekî 28 salî bi navê Arî Muxtar û polîsekî jiyana xwe ji dest dabûn, du kesên din jî birîndar bûbûn. Nêzîkî pênc hezar donim zevî û gelek ajelên kûvî şewitîn û şeş gundên li herêmê jî ziyaneke mezin dîtibûn.