Bajarekî şûnwarî û goristanek li Dihokê hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Kelepûra Parêzgeha Dihokê ragihand, piştî daketina asta ava Bendava Musilê, bajarokekî kevnar û goristanek hatine dîtin ku dîroka wan vedigere serdema Helenîstî.

Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Kelepûra Dihokê Bêkes Birîfkanî got: "Tîmên wan karî bajarokekî ku zêdetirî pênc hezar sal berê avedan bûye, û herwiha goristaneke mezin ku tê de tabûtên axîn hene û dîroka wê vedigere serdema Helenîstî (300 B.Z.), bibînin. Ev şûnewarên dîrokî piştî kêmbûna asta avê, derketine û eşkere bûne."

Birîfkanî herwiha destnîşan kir: "Ev Şûnewar ji sala 2023'an ve hatine dîtin, lê îsal bi daketina ava Bendava Musilê bo asta herî nizm, çend roj berê dest bi karên kolandinê hate kirin. Niha em mijûlî veqetandina parçeyên şûnewarî ne ku hejmara wan çil gor in. Ev parçeyên şûnewarî dê ji bo muzexaneyên pispor werin veguhestin."

Diyar kir jî, hemû karên kolandinê niha ji aliyê şûnewarzan û pisporên Rêveberiya wan ve û bi piştgirîya tam a Parêzgeha Dihokê tên kirin. Herwiha got, gorên hatine dîtin li nahiyeya Xankê ya kevnar in ku li ser Gola Bendava Musilê li Parêzgeha Dihokê ye.

 
 
Fly Erbil Advertisment