HSD: Li Hesekê 39 çeteyên DAIŞê di operasyonekê de hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di çarçoveya operasyoneke berfireh de li bajarê Hesekê û derdora wê, 39 endamên şaneyên veşartî yên DAIŞê girtin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, operasyona lêgerînê ya li dijî şaneyên DAIŞê didome. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tîmên Operasyonên Taybet (TOL) jî ji bo piştgiriya îstîxbaratî beşdarî operasyonê bûne.
Armanca Operasyonê Parastina Sivîlan e
HSDê armanca operasyonê wiha rave kir: "Armanc, serdegirtina bermahiyên rêxistina DAIŞê, têkbirina jêderên wan ên lojîstîk û bêbandorkirina planên wan ên êrişên li ser girtîgehan e."
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin, ev operasyon ji bo parastina ewlehiya welatiyan û seqamgiriya herêmê tê lidarxistin.
HSD herwiha bang li xelkê Hesekê kir, bi hêzên wan re hevkariyê bikin û her tevgereke bi guman demildest ragihînin, û anî ziman ku "ewlehî û silametiya şêniyan armanca me ya pêşîn e."
Li gorî daxuyaniyeke din a HSDê, di encama operasyonê de heta niha 39 çete hatine girtin û miqdarek çek û cebilxane jî hatiye desteserkirin.
HSDê da zanîn ku operasyon ji bo paqijkirina herêmê ji şaneyên veşartî dê berdewam bike.