Cotkarên Kurd li Kerkukê daxwaza çarekirina arêşeyên xwe ji aliyên Kurdî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cotkarên Kurd Kerkukê dibêjin, “Em hîn jî ji ber arêşeyên li ser hev kombûyî dinalin,” û ji bo çarekirina wan arêşeyan jî ew hawara xwe digihînin aliyên Kurdî.

Nûnerê cotkarên Kurd ên Kerkukê di daxuyaniyekê de, ku îro (Duşem, 1ê Îlona 2025ê) hat weşandin, daxwaz ji hemî partî û hêzên siyasî yên Kurdî yên Kerkukê kir ku, li dijî wê rewşa dijwar a li wî bajarî ku gelê Kurd tê de dijî yekrêz û yekdeng bin.

Nûnerê cotkarên Kurd tekez jî kir ku, "Kerkuk êdî nikare zêdetir xwe li ber duberekiyê bigire. Xelkê wê ji ber arêşeyên berçav û li ser hev kombûyî dinale."

Cotkarên Kerkukê tekez dikin ku, li ber ronahiya van zehmetiyan, ji bo parastina mafên wan û vegerandina baweriya gel, pêdivîtî bi rêbertiyeke hevgirtî û bihêz a Kurdan heye.

Cotkarên Kurd haydariyê didin, "Her duberekiyek di navbera aliyên siyasî yên Kurdî de me di çavên pêkhateyên din de lawaz dike û her nakokiyek mafên me bêtir winda dike."

Cotkarên Kerkukê herwesa dibêjin, "Em hevgirtina Kurdan dixwazin, em vegera erdên xwe dixwazin, em xizmetên bingehîn dixwazin û em yekdengî û yekrengiya nav mala Kurdan dixwazin, ku nûnerîtiya Kurdên Kerkukê bi hemî rengên wan ve bike.”

Ev jî hin ji arêşeyên niha yên cotkarên Kurd ên Kerkûkê ne:

  • Zeviyên çandiniyê: Bi hezaran cotkarên Kurd hîn jî ji zeviyên xwe yên çandiniyê bêpar in, ku ev bi dehan sal e hatine bindestkirin, û bizavên wan ên vegerandina wan zeviyan bêfeyde bûne.
  • Xizmetên bingehîn li gundan: Gundên Kurdan bê ava vexwarinê, elektrîka pêdivî, rêyên qîrkirî û xizmetên bingehîn dijîn.
    - Bêkarî û piştguhxistina li nav bajarî: Şêniyên bajarê Kerkûkê ji ber bêkarî, nebûna damezrandineke dadperwerane û piştguhxistinê ku roj bi roj zêdetir dibe dinalin.



 
Fly Erbil Advertisment