li Sûdanê zêdetir ji 1000 kesî jiyana xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêma Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê, di encama hezaza mezin a erdê de ku gundek bi tevahî bi bin xwe ve hîşt, zêdetirî 1000 kesî jiyana xwe ji dest da.

Tevgera Rizgariya Sûdanê di daxuyaniyekê de diyar kir, "hezaza mezin û wêranker" bû sedema "hilweşîna tam a gundê Tarsin" ê li rojhilatê Çiyayê Marra, hema hema hemû rûniştevanên gund mirine.

Li gorî daxuyaniyê, karesat roja Yekşemê "ji ber baranên zêde yên ku di hefteya dawî ya meha Tebaxê de barîbûn" qewimî.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Agahiyên destpêkê nîşan didin ku hemû rûniştevanên gund, ku hejmara wan zêdetirî hezar kesî tê texmînkirin, jiyana xwe ji dest dane û tenê kesek jê rizgar bûye."

Tevgerê tekez kir, gund di encama vê heziya erdê de "bi temamî bi erdê re bûye yek" û bang li "Neteweyên Yekgirtî, rêxistinên herêmî û navneteweyî û wijdanê zindî yê mirovahiyê" kir ku alîkariya wan bikin da ku cenazeyên qurbaniyan ji bin axê derxînin.

 
Fly Erbil Advertisment