Li Reqayê di operasyoneke hevbeş de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ragihand, di operasyoneke hevbeş de ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li başûrê Reqayê, şaneyeke DAIŞ'ê ya ji 5 kesan pêk dihat, hatiye girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, operasyon ji aliyê Yekîneyên Dijî Terorê (YAT) û Hêzên Taybet ve li gundê Kesratê yê başûrê Reqayê hatiye lidarxistin.
Li gorî daxuyaniyê, operasyon piştî şopandin û lêkolînên hûr ên li ser êrîşeke xwekuj a DAIŞ'ê ku beriya niha ji aliyê hêzan ve hatibû têkbirin, pêk hat. Hat destnîşankirin ku şaneya ku hatiye girtin, "amadekariyên xwe dikirin ji bo ku êrîşî navendên leşkerî, sivîlan û saziyên xizmetguzariyê bikin."
Hat eşkerekirin ku di encama operasyona serkeftî de, ligel girtina 5 çeteyan, gelek çek, cebilxane û alavên teknîkî jî hatine desteserkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir, ew ê bi biryardarî li dijî bermahiyên DAIŞ'ê têkoşîna xwe bidomînin û ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê dê çavkaniyên piştgiriya terorê hişk bikin.