Serokwezîr Barzanî li Hewlêrê beşdarî merasîma Mewlûdê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Îlonê li Mizgefta "Sewaf" a li Hewlêra paytext, beşdarî merasîma bîranîna jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (Silavên Xwedê li ser bin) bû.

Her di vê boneyê de, Serokwezîr Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî tevahiya misilmanên Kurdistanê û cîhanê kir.

Di peyamê de, Barzanî hêviya xwe anî ziman ku ev bîranîna pîroz bibe derfetek ji bo bihêzkirina nirxên bilind ên mirovahiyê û got: "Hêvîdar im ev bîranîna pîroz bibe derfetek ji bo zêdetir bihêzkirina nirx û bingehên bilind ên mirovahiyê, û herwiha geşkirina aştî, hevahengî, pêkvejiyan û dadperweriyê."

Di dawiya peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: "Cejna jidayikbûna Pêxember pîroz be û Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze."

 
Fly Erbil Advertisment