Li Efrînê dadgerên Kurd bi darê zorê tên veguhastin û yên Ereb li şûna wan tên danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî payebilind ji Kompleksa Dadwerî ya Efrînê, di hevpeyvîneke taybet de ji bo Kurdistan24, nîgeraniyên xwe yên kûr derbarê veguhastinên berfireh ên ku ji aliyê Wezareta Dadê ya Sûriyê ve li ser dadger û karmendên Kurd hatine ferzkirin, anî ziman. Li gorî Jêder ku ji ber metirsiya li ser jiyana xwe nexwest navê wî were eşkerekirin, ev pêngav "hewleke veşartî ye ji bo neçarkirina dadgerên Kurd ku dest ji kar berdin û wan ji desthilatê bêpar bihêlin."

Guhertinên ku di meha Tebaxê de hatin kirin, bûn sedem ku hema hema hemû karmendên Kurd ji Efrînê bo Helebê werin veguhastin û li şûna wan karmendên Ereb werin bicihkirin.

Wî jêderî ji Kurdistan24 re got: "Dibe ku kesên li derveyî Efrînê van hûrgiliyan nizanibin, lê em her roj wê dijîn. Erkê me ya tekane di dadweriyê de ew bû ku em mafên xelkê xwe misoger bikin. Ev sermayeya me ya yekane bû."

Dadger diyar kir, pirsgirêkên bingehîn ên weke desteserkirina milkan, şantajkirina niştecihên Kurd û destdanîna ser erdên giştî (wek mînak devera Yarîgeha Efrînê) ji ber nebûna ragihandinê tên veşartin. Herwiha got: "Dibêjin xanî tên vegerandin, lê di rastiyê de pirsgirêk bi tevahî nehatiye çareserkirin." 

Rola dadgerên Kurd di vegerandina milkan de

Li ser pirsa ka rola dadgerên Kurd di vegerandina xaniyên desteserkirî de hebû an na, wî jêderî bi awayekî zelal bersiv da: "Belê, roleke mezin a dadweriyê hebû. Gelek caran dema Komîteya Vegerandina Mafan û Komîteya Aborî nikarîbûn dozan çareser bikin, em weke dadger xanî û erd li xwediyên wan ên rewa vedigerandin."

Nakokî bi Destûra Nû ya Sûriyeyê re

Wî dadwerî amaje kir, ev veguhastin bi destûra nû ya ku ji aliyê rêveberiya Sûriyeyê ve hatiye ragihandin re, nakok e û got: "Tevî kêmasiyên wê, destûrê soz da mafên kêmneteweyan û cudakarî weke tawan binav kir. Ev biryar wê prensîbê binpê dike."

Hat eşkerekirin, dadgerên Efrînê plan dikin ku piştî 16ê Îlonê, ango piştî bidawîbûna betlaneya dadwerî, îtirazeke fermî pêşkêş bikin. Daxwazên wan ev in: Divê Serokê Dadgeha Efrînê ji Efrînê be û herî kêm %60-70ê karmendan ji xelkê herêmê bin, çi Kurd bin çi Ereb.

"Efrîn divê ji bo xelkê Efrînê be"

Di peyama xwe de, dadger bang li raya giştî ya herêmî û navdewletî kir:
"Efrîn divê ji bo xelkê Efrînê be. Em ne li dijî pêkhateyên din in, lê mafê me ye ku dadger, polîs, serokên meclîsan û rêveberên me ji Efrînê bin. Eşkere ye ku ev biryar bi armancên siyasî û îdeolojîk hatine dayîn."

 
Fly Erbil Advertisment