Elektrîka navenda parêzgeha Dihokê bû 24 saetî

Navenda Nûçeyan (K24) – Projeya Ronakî, ku armanca wê dabînkirina elektrîka 24 saetî ye, çar meh beriya dema xwe ya diyarkirî gihişt navenda parêzgeha Dihokê. Bi vê pêngavê re, 450 hezar welatî bûne xwedî elektrîka bê navber û 450 mûwelîdeyên taybet hatine vemirandin.
Welatiyên Dihokê kêfxweşiya xwe bi vê projeyê tînin ziman û dibêjin ku ew ji dengê bilind, dûman û bihayê giran ê mûwelîdeyan rizgar bûne.
Şukrî Hacî, welatiyekî ji taxa Serheldan a Dihokê ku proje cara yekem lê dest pê kiribû, ji Kurdistan24 re got: "Ev sê meh in elektrîka me qet neçûye. Projeya Ronakî em ji deng û dûmana mûwelîdeyan û bihayê wê yê giran rizgar kirin."
Welatiyeke din a bi navê Meslîxan Avdel jî diyar kir, ew niha dikarin hemû amûrên elektrîkê bi kar bînin û got: "Proje hewaya bajarê me jî paqijtir kiriye."
Zekî Seîd, xwediyê cihekî sardemeniyê li Dihokê, spasiya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî kir û got, "Ev projeyeke gelekî girîng e. Min berê mehane milyonek û 200 hezar dînaran dida mûwelîdeyê, lê niha bi Projeya Ronakî ev lêçûn nagihîje 400 hezar dînaran jî. Ji bo me gelekî baştir e."
Proje 4 meh beriya dema xwe bi dawî bû
Cîgirê Rêveberê Giştî yê Elektrîka Dihokê Hazim Mihemed Osman ji Kurdistan24 re ragihand, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, wan karê xwe lezand û got: "Biryar bû proje dawiya îsal biqede, lê me karî çar meh beriya wê demê bi dawî bînin."
Proje di 27ê Adara îsal de li taxên Serheldan û Berûşkê dest pê kiribû û di nava pênc mehan de li tevahiya navenda parêzgehê belav bû. Niha jî kar li derdor, qeza û nahiyeyên parêzgeha Dihokê dest pê kiriye.