Erdogan û Bahçeli li ser pêvajoya aştiyê axivîn

Erdogan û Bahçeli
Erdogan û Bahçeli

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) li ser pêvajoya aştiyê û pêşketinên li Tirkiye û Sûriyeyê axivîn.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Pêncşem, 4ê Îlona 2025ê) bi Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli re civiya.

Medyaya Tirkiyeyê ragihand ku, yek ji mijarên civîna di navbera wan herdu aliyan de girêdayî pêvajoya aştiyê (Tirkiyeya bêteror) bû, herwesa karûbarên Komîsyona Aştî û Biratiyê jî hatin nîqaşkirin.

Her di wê civînê de rewşa Sûriye û HSDê û pêşketinên Sûriyeyê jî hatin nîqaşkirin.

Piştî wê civînê jî, herdu aliyan ti ragihandinek parve nekir û encamên civîna xwe jî ji raya giştî re eşkere nekirin.

Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan bi merema biserxistina pêvajoya aştiyê ya vê carê ya Tirkiyeyê li roja 27ê Sibata îsal daxwaz ji partiya xwe kir ku kongreya xwe li dar bixe û xwe hilweşîne û çekan deyne. PKKê jî li rojên 5-7ê Gulana îsal kongreya xwe ya 12ê li dar xist û biryar da ku têkoşîna xwe ya çekdarî bidawî bîne û xwe hilweşîne.

 
Fly Erbil Advertisment